Li Bitlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandinê
Kanûn 17, 2019 13:18 Asia/Tehran
Hikûmeta Tirkîyê li hin deverên parêzgeha Bitlîsê qedexeya derketina derve ragihand.
Fermandetîya Artêşa Tirkîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku ji sietê 6`ê sibeya roja Sêşemê va derketina derve li 46 bajar û gundên parêzgeha Bitlîsê qedexe ye.
Di dewama wê daxûyanîyê de hat ragihandinê ku leşkerên wî welatî dil hene bi saya qedexeya derketina derve êrişî çeperên PKK bikin.