Erdogîn gef kir; em dê baregehên hewayî yên Amerîkayê girêdin
Serokomarê Tirkîyê gef li Amerîkayê xwar ku dê baregehên hewayî yên Incîrlîk û Kurecikê girêde.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan şeva buhurî himberî pesendnama Kongira Amerîkayê ya bifermînaskirina qirara Ermenîyan a di serdema Osmanîyan de bertek nîşan da û gef kir ku diqewime Enqere baregehên hewayî yên Incîrlîk û Kurecikê girêde.
Erdogîn amajeyî karnama reş a Ewrûpa û Amerîkayê ya qirrkirin û kolegirtina Postsor û Postreşan kir û pesendnama Kongira Amerîkayê ``sîyasî û encama ducemserîbûna atmosfera sîyasî ya Amerîkayê`` zanî.
Meclisa Sêna ya Amerîkayê Pêncşemiya buhurî qirra Ermenîyan a di sala 1915 di serdema Osmanîyan de bi fermî nas kir.
Ermenî dibêjin ku dewleta Osmanîyan di sala 1915`ê de milyon û nîv ermenî qirr kirine lê, Tirkîye vê yekê qebûl nake.