Zêdebûna rêjeya bê şuxilî û bêkariyê li Tirkiyê
Kanûn 16, 2019 12:14 Asia/Tehran
Hejmara bêkaran li Tirkiyê di meha Îlonê gihêşt 4 milyon û 566 hezar kesî.
Li gorî rapora IRIB News`ê ji Enqerê li gor raghandina Rêxistina Estatîstîkê ya Tirkiyê, hejmara bêkarên ku temenê wan jorayî 5 salan e li Tirkiyê li meha Îlonê pêka par 817 hezar kes zêde bûye û ji asta sedî 2.4 gihêştiye asta sedî 13.8`ê.
Li gor vê amarê, hejmara kesên ku dişuxulin jî, li Îlonê pêka sala buhurî 623 hezar kes kêm bûye û gihêştiye 28 milyon û 440 hezar kesî.
Rêjeya herî zêde ya kêmbûna kar û şuxilan li Tirkiyê ya beşa ne- cotkariyê bûye.
Karzan ser vê bawerê ne ku nekêrhatîbûna dewleta Tirkiyê li warê siyasetên derve û navxweyî ji hokarên sereke yên zêdebûna asta bêkarî û zama aborî li vî welatî ye.