Rexnekirina pêla nû ya wêdebirina rayedarên ser bi HDP li Tirkiyê
Endamê partiya Demokratîke Gelan a Tirkiyê (HDP) pêla nû ya wêdebirina rayeadrên ser bi vê partiyê li Tirkiyê rexne kir.
Li gorî rapora radyo tirkî ya stembolî ya dervey sînoran, Ayhan Bîlgen li bara wêdebirin û girtina rayedarên vê partiyê ji aliyê partiya serdest a Tirkiyê (AKP) got: Kesên hanê bi tawanên mîna propagendeya bo komên terorîstî û beşdariya li axiftinên li dijî dewletê ji kar hatine derxistin û girtin.
Endamê HDP got: Ger tawanên li dijî kesên hanê bihata îsbatkirin, wan nedikarî beşdariyê li hilbiajrtinan bikiran, loma pêvajoya ku niha li halê derbasbûnê ye, ne li gor qanûnê ye.
Ayhan Bîlgen li dawiya axiftina xwe tawanên li dijî wan kesana pûç da zanîn û got: Wer tê xûyanê partiya serdest li çarçoveya berjewendiyên xwe dest bi wan wêdebirin û danîna kesên nû dewsa wan kiriye.