Hevserokê HDPê: Xelk di jêrzemînên Cizîrê da zindî şewitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311265-hevserokê_hdpê_xelk_di_jêrzemînên_cizîrê_da_zindî_şewitandin
Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku li jêrzemînên Cizrê da xelk bi awayê zindî şewitandin. Cûrek diaxivin ku dibê qey tiştek neqewimiye. Wî her wiha got: Em giştan nas dikin, loma em ji wan ra dibêjin, hûn hemû dê bên darizandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2019 12:14 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDPê: Xelk di jêrzemînên Cizîrê da zindî şewitandin

Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku li jêrzemînên Cizrê da xelk bi awayê zindî şewitandin. Cûrek diaxivin ku dibê qey tiştek neqewimiye. Wî her wiha got: Em giştan nas dikin, loma em ji wan ra dibêjin, hûn hemû dê bên darizandin.

Sezaî Temellî, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li axaftinekê di Sêyemîn Kongreya asayî ya HDPê li bajarê Edeneyê ragihand: Berbihurî û niha ya desthilatê li ser înkarkirin û jinavbirina gelê Kurd hatiye avakirin. Li Cizîrê û Silopiyê di 14ê Kanûna 2014an da hatûçûna li nav kolanan jibo xelkê hat qedexekirin. Niha çar sal li ser wê qedexetiyê derbas dibe. Di encama êrîşa ser 10 bajaran da bi sedan kes hatin kuştin.

Hevserokê HDPê her wiha got: Hokara vê yekê desthilat û hikûmeta dijî demokrasiyê ye. Ev êrîş heta roja îro berdewam in. Li jêrzemînên Cizîrê da xelk bi awayê zindî hatin şewitandin. Cûrek diaxivin ku dibê qey tiştek neqewimiye. Wî her wiha got: Em giştan nas dikin, loma em ji wan ra dibêjin, hûn hemû dê bên darizandin.

Temellî her wiha got: Desthilata Tirkiyê eva 17 sal in ku dijminatiya gelê Kurd dike. Çar salan beriya niha di rojeka mîna îro da, li 10 bajaran bi sedan kes hatin kuştin. Me Cizîr ji bîr nekiriye. Me ew rojên ku jin û zarokên vî gelî hatin kuştin, ji bîr nekirine.

Temelî her wiha ragihand: AKP jibo ku desthilatdar bimîne, siyaseta xwe ya dijminatiyê didomîne û bi daxwaza dilê xwe endamê  û rêveberên me digire. Bêdadî û newekhevî li her derî belav bûye. Ev welatê mezin bûye zîndanek. Zîndan bûne cihê işkencekirina girtiyên siyasî.