Larîcanî: Îran û Tirkîye 2 welatên bibandor ên herêmê ne
Serokê Meclisa Şêwra islamî ya Îranê got: Îran û Tirkîye 2 welatên girîng û bibandor li herêmê ne.
Elî Larîcanî Serokê Meclisa Şêwra islamî ya Îranê îro di hevdîtina digel Mistefa Şentop Serokê Meclisa Tirkîyê de ku li rex civîna Civata Giştî ya Meclisên Asyayî li Antalyaya Tirkîyê pêk hat, herwiha got: Peywendîyên Têhran-Enqerê gellekî dostane û nêzîk in û her du welatan nêrîneke hevpar têkildarî gellek alûgurên herêmê ji wan ewlehîya mayinde hene.
Serokê Meclisa Tirkîyê jî di vê hevdîtinê got: Civîna Civata Meclisên Asyayî derfeteke baş e ku welatên curbicur ji wan Tirkîye û Îran derbarê girîngtirîn meseleyên dualî de rawêjkarîyê bikin.
Serokê Meclisa Şêwra islamî ya Îranê Elî Larîcanî îro bi merema pişikdarîya di 12`emîn Civîna Civata Giştî ya Meclisên Asyayî de çû Tirkîyê.
Civata Giştî ya Meclisên Asyayî piştî Yekitîya Meclisên Cîhanê mezintirîn civat e ku 56 Parliman endamê wê ne ku ji wan 42 welat endamê dayimî û 14 jî çavdêrê in.
Meclisa Şêwra islamî ya Îranê xîmdanerê Civata Giştî ya Meclisên Asyayî ye û sêkrêtêrxana wê ya dayimî jî li Têhranê ye.