Kanûn 13, 2019 18:08 Asia/Tehran
  • Çekdarekî opozisyona Sûrî: Tirk me weke guleyên topan bikar tînin

Malpera The New York Review Daily ya Amerîkî derbarê kiryarên çekdarên opozisyona Sûriyê de raporek belav kir û li gor raporê çekdarekî opozisyona Sûrî dibêje “Çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê karmendên Dewleta Tirkiyê ne. Tirkiye me weke gullên topan bikar tînin.”

Niha behsa wê yekê tê kirin ku “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ku bi alîkariya Tirkiyê Serê Kanî û Girê Spî dagîr kirine, weke hêzeke ku mafê mirovan binpê dike were naskirin.

Malpera The New York Review Daily ya Amerîkî, raporeke berfireh li ser çekdarên opozisyona Sûrî  yên girêdayî Tirkiyê ku navê xwe kirine  “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” belav kiriye.

Elizabeth Tisurkov, ku lêkolîner û pspora şerê navxwe yê Sûriyê û Iraqê ye, ji sala 2014an ve, pêwendî ligel çekdarên “Artêşa Azad” û piştre “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” daniye.

Li gorî raporê; Artêşa Niştimanî ya Sûrî ji 35.000 çekdarî pêk tê, Tirkiye ji sala 2015an ve bi navê Artêşa Azad wan bikar tîne, sala 2018an, Tirkiyê ew ji bo dagîrkirina Herêma Efrînê bikar anîn, sala 2019an Tirkiyê ew bi navê Artêşa Niştimanî dane ser hev, di heman salê de Tirkiyê ew ji bo dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî bikar anîn, Tirkiyê mehane 300 dolar weke mûçe dida wan, ji destpêka sala 2019an ve Tirkiyê mûçeya wan heta 100 dolarî kêm kir, niha mûçeya wan a mehane tenê 50 dolar e, nifşê nû ji çekdaran temen biçûk in û ji bo pereyan tevlî artêşê bûne û rêbend û xalên pişkinînê ji bo talankirina sivîlan bikar tînin.