Meclisa Senaya Amerîkayê Pêşnûmeya komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nasand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311182-meclisa_senaya_amerîkayê_pêşnûmeya_komkujiya_ermeniyan_weke_cînosayd_nasand
Meclisa Senaya Amerîkayê komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nasand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2019 05:09 Asia/Tehran
  • Meclisa Senaya Amerîkayê Pêşnûmeya komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nasand

Meclisa Senaya Amerîkayê komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nasand.

Meclisa Senaya Amerîkayê bi şêweyekî fermî îtîraf bi cînosayda Ermeniyan kir ku di heyama şerê cîhanê yê yekem de anku ji salên 1915 heya 1917  ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatibû encamdan.

Rob Menendez, endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Meclisa Senaya Amerîkayê ragihand, “Me deng bi cînosayda Ermeniyan da û ev jî karekî rast e ku Meclisa Senayê kir û wateya vî karî ew e ku li ser riya rast a dîrokî diçe.”

Ted Cruz, senatorê Teksasê jî, derbarê dengdanê de got, “ev sêyem hefte ye, li ser hev ku em dixwazin deng li ser vê projeyasayê bidin. Spasdar im ku îro me serkevtinek bidest xist.”

Ev Pêşnûmeya meha borî ji aliyê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê jî hatibû pesindkirin û niha piştî ku Meclisa Senayê jî ew pesend kiriye, ewê ji bo Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp were şandin.

Qesra Spî pêşnûmeya ku dibe sedema di navbera Tirkiye û Amerîkayê de rê li ber aloziyê vebike, loma wê berî niha sê caran ew asteng kiribû.

Heya niha 23 welatên cîhanê û çendîn rêxistinên navdewletî yên weke; Netewên Yekgirtî (NY), Parlemana Ewropayê (PE), Encûmena Ewropa, Encûmena Kenîseyên Cîhanê û Rêxistina Mafên Mirovan, komelkujiya Ermeniyan a ji aliyê Osmaniyan ve weke, ‘cînosayd’ nasandine.

Li ser asta kesayetî jî, sala 2007an 35 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtibûn, li gel hev yadaştnameyek îmze kiribûn û komelkujiya Ermeniyan weke 'cînosayd' nasandibûn.