Piştgiriya Senaya Amerîkayê ji boykotkirina Tirkiyê
Ji ber êrişa Tirkiyê ya li ser bakura Sûriyê û kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî, Komîteya Peywendiyên Derve ya Senaya Amerîkayê deng li ser sepandina sizayan ser Tirkiyê de da.
Di wê dengdanê de 18 endamên Komîteya Peywendiyên Derve ya Senaya Amerîkayê, bi ‘erê’ bo sepandina siza ser Tirkiyê de deng dan û 4 kesan jî bo sepandina sizayan bo ser Tirkiyê dengê, ‘na’ dan.
Qonaxa pêşerojê ya bicihkirina biryarê peywendî bi pêngavên Mitch McConnell, berpirsê piraniya Senayê heye ka gelo dê wê pêşnûmayê li meclisa Senayê bêxe dengdanê yan jî dê rabigire.
Di wê pêşnûmayê de çendîn xal hene ku eger bên cîbicîkirin, karîgeriyeke mezin li ser Tirkiyê pêk tînin. Ji wan xalan jî sepandina siza bi ser wan berpirsên Enqerê de ye ku di êrişa Tirkiyê ser bakura Sûriyê rola wan heye. Herwiha sepandina siza bi ser aborî û pîşesaziya Tirkiyê de ji xalên girîng ên wê pêşnûmayê ne.
Proje pêşniyaza sînordarkirina pêdana vîze û danûstandinên bankî jî dike ku ev jî li hember kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve tê bikaranîn.
Guhnedana serokomarê Tirkiyê Erdogan li hişyariyên Amerîkayê derheq kirîna sîstema S-400 bi taybetî li dema ku serdana Waşîngtonê kiribû bû sedema nerizamendiya zav a senatorên amerîkî.