Stembol mazûvanê heştemîn civîna "Dilê Asiyayê"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311075-stembol_mazûvanê_heştemîn_civîna_dilê_asiyayê
Heştimîn civîna dilê Asiyayê bi navê "Aşitî, hevkarî û tenahî" îo duşemiyê li Stembola Tirkiyê tê lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2019 12:52 Asia/Tehran
  •  Stembol mazûvanê heştemîn civîna

Heştimîn civîna dilê Asiyayê bi navê "Aşitî, hevkarî û tenahî" îo duşemiyê li Stembola Tirkiyê tê lidarxistin.

 Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê jî bona beşdariya li vê civînê sefera Stembolê Kiriye. 

 Mêhwera sereke ya vê civîna aşitiyê, beşdarî û hevkariyên navçeyî bona pêşeroja Efganistanê ye. 

 Civîna karzanên pilebilind ên welatên endam ji wan Îran jî duh Yekşemiyê li Stembolê hat lidarxistin. 

Yekim civîna Dilê Asiyayê, sala 2011`an li Stembolê bi beşdariya wezîrên derve yên 14 welatan ji wan Îran, Tirkiye, Efganistan, Komara Azerbaycan, Çîn, Hindistan, Qezaqistan, Qirqîzistan, Pakistan, Rûsiyê, Erebistan, Tacîkistan, Tirkmenistan û Îmaratê hat lidarxistin.