Tirkîyê 11 têrorîstên fransî radestî welatê wan kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311071-tirkîyê_11_têrorîstên_fransî_radestî_welatê_wan_kirin
Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku 11 têrorîstên fransî radestî welatê wan kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2019 12:02 Asia/Tehran
  • Tirkîyê 11 têrorîstên fransî radestî welatê wan kirin

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku 11 têrorîstên fransî radestî welatê wan kirin.

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê di daxûyanîyekê de ragihand: Ew 11 têrorîstên welatîyên Fransayê ku ji ber sûcê endametîya li koma têrorîst a DAIŞ`ê li zîndanên Tirkîyê bûn, ji wî welatî derxistin û bo Fransayê hatin vegerandin.

Tirkîye ji ber ku hin welatên ewrûpî welatîyên xwe yên endamê DAIŞ`ê wernagirin û mafê welatîbûna hinekan ibtal kirine, rexneyan dike.

Amerîkayê heta nika mafê welatîbûna zêde ji 100 welatîyan bi hegera endametîya li DAIŞ`ê ibtal kirîye.

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê berî vîya jî ragihandibû ku Enqerê 5 endamên almanî û 2 endamên bêljîkî yên DAIŞ`ê ji Tirkîyê derxistine û zivirandine welatên wan.

Tirkîyê ji 11`ê Mijdarê ve derxistina endamên ewrûpî yên DAIŞ`ê destpê kirîye.