Parlimanterekî HDP bertek nîşanî cihê zîndanîkirina Demirtaş da
Parlimanterekî Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got: "Zîndana Edirnê zîndaneke gellekî emnî ye ku jibo mehkûmên zîndana hetahetayîyê hatîye avakirinê."
Necdet Îpekyûz Parlimanterê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî cihê zîndanîkirina Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demirtaş ango zîndana Edirnê kir û got: "Selahedîn Demirtşa di şert û mercên mehkûmekî zîndana hetahetayîyê de tê ragirtinê. Zîndana Edirnê zîndaneke gellekî emnî ye ku jibo wan kesan hatîye avakirinê ku cezaya hepsa hetahetayîyê ji wan re tê kivşkirinê. Nika li gellek zîndanên taybet ên emnî yên Tirkîyê, kesên bi awayekî demkî hatine girtinê, dewsa mehkûman tên ragirtinê. Nabe ev demajoya li welêt bibe demajoyeke asayî û were qebûlkirinê. Yek ji girîngtirîn pirsgirêkên bingehîn ên Tirkîyê hema ev meseleya ye."