4 Şaredarên din ên HDP'yî hatin wêdadayînê
Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê Şaredarên Miradîye, Başqala û Ozalpê ser bi Wanê û Îkîkopru ser bi Batmanê ku HDP'yî ne, wêda dan û bi vî awayî hejmara Şaredarîyên vê partîyê ku ji hêla Sergêrrên hikûmetê va tên birêvebirinê, bigihêje 31'an.
Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê di hikmekî da Yilmaz Şalan Şaredarê Miradîyê, Yeiqûb Almaç Şaredarê Ozalpê û Erkan Açar Şaredarê Başqalê li parêzgeha Wanê ser bi HDP ku çend rojan berî nika ji hêla hêzên Polîs va bi tawana hevkarîya digel koma têrorîst (PKK) hatibûn girtinê, wêda dan û sergêrr ango qeyyûm danîn dewsa wan.
Ligorî agahîyan, Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê di hikmekî da jî Osman Karabulût Şaredarê Îkîkopruyê li Batmanê ku ser bi HDP bû, bi tawana endametîya di komên têrorîst da wêda da û sergêrr danî dewsê.
Rojnama Yeni Akitê nivîsî ku Qayimeqamê Başqalê Asim Kûlak dewsa Erkan Açar, Ebdulqadir Çelîk Qayimeqamê Ozalpê dewsa Yeiqûbê Almaç, Erkan Suwar Qayimeqamê Miradîyê dewsa Yilmaz Şalan û herwiha Sînan Aşçi Qayimeqamê devera Bişêrîyê ser bi Batmanê dewsa Osman Karabûlût wek sergêrên wan Şaredarîyana hatin kivşkirinê.
Bi vî awayî hejmara Şaredarîyên vê partîyê ku ji hêla Sergêrrên hikûmetê va tên birêvebirinê, bigihêje 31'an.
HDP di hilbijartinên Şaredarîyan de ku di 31`ê Adara 2019`ê de hatibûn lidarxistinê, li 70 bazineyan ser ket.