Serokê Fraksyona CHP: Erdogan li Stenbolê Piling e û li Londonê jî Pişîk
Serokê Fraksyona Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) Serokomarê Tirkîyê bi giranî rexne dike û ew wek Pişîkê hesiband.
Serokê Fraksyona Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) li Parlemana Tirkîyê got: Piştî razîbûna Tirkîyê têkildarî plana NATO`yê ya derbarê welatên herêma Baltîkê de û piştî ku NATO`yê Yekîneyên parastina Gel (YPG) weke têrorîst nedan nasandinê, tişta ku em dibînin ew e ku Erdogan bi mebesta sîyasî li hundurê welêt Seokomarê Fransayê da ber rexneyan.
Serokê Fraksyona CHP herwiha bi pêkenîyê dibêje: Erdogan li Stenbolê Piling e û li Londonê jî Pişîkeke lawaz e.
Berî vîya Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan rexneyên tund li Serokomarê Fransayê girtin û got ku mejîyê Mekron mirîye, lê dema civîna Serokên NATO`yê li Londonê, Erdogan li rex Mecron hat dîtinê.