Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ji NATO'yê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311013-wezîrê_berevaniyê_yê_tirkiyê_ji_nato'yê_rexne_kir
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyêtevî rexneya ji xebata NATOyê îdia kir: NATO'yê Tirkiye di şerê dijî terorîsmê bi tenê hîşt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 07, 2019 14:08 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ji NATO'yê rexne kir

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyêtevî rexneya ji xebata NATOyê îdia kir: NATO'yê Tirkiye di şerê dijî terorîsmê bi tenê hîşt.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê roja Sêşemiyê bi gotina vêya ku di civîna v dawiyê ya serokên NATO'yê li KLondonê da lihevkirina giştî li ser şerê dijî têrorîsmê pêk nehat, wiha got: "Mafê Tirkiyê heye ku sînorên xwe li hemberî komên terorîst bparêze  û kiryarên ewlehiyê yên Enqerê di vî warî bi wateya berçavnegirtina NATO'yê nînnin."

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê her wiha derbarê kirrîna S400'a Rûsiyê jî got: Enqere beriya kirrîna S400'ê li dû kirrîna Patriyotê bû, lê Waşîngtonê neda Tirkiyê, loma em neçar man S400'ê bikirrin.

Civîna serokên NATO'yê roja Sêşemiyê bi qasî du rojan li derdora Londonê hat lidarxistin.

Civîna ANTO'yê di rewşekê da bû ku kêşeyên navbera Franse û Tirkiyê li ser destdirêjiya Enqerê ser Kurdên bakurê Sûriyê didome û Amerîka jî hema wisa dixwaze ku bûceya leşkerî ya endamên NATO'yê zêde bibe.