3 Serokşaredarên HDP`yî li Wanê hatin girtinê
Kanûn 06, 2019 05:58 Asia/Tehran
Hikûmeta Tirkîyê 3 Serokşaredarên Wanê bi tawana bangeşeya jibo PKK`ê girtin.
Ligorî rapora mêdyayên herêmî, Hikûmeta Tirkîyê vê sibê Serokşaredarên herêmên Albak, Qelqelî û Bêgirîyê ser bi Wanê ku HDP`yî ne, bi tawana bangeşeya jibo PKK`ê girtin.
Hikûmeta Tirkîyê ragihandîye ku ew 3 Serokşaredar bi tawana bangeşeya jibo PKK ku Enqere wê rêxistineke têrorîst bi nav dike, hatine girtinê.
Duh jî hêzên Polîs ên parêzgeha Mûşê dor li mala Mihemed Demir û Mihemed Şakir Tugrul endamên civata giştî ya HDP ku 3 mehan berî nika ji kar hatibûn dûrxistinê girtin û ew veguhestin rêvebirîya ewlehîyê.