3 Serokşaredarên HDP`yî li Wanê hatin girtinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310966-3_serokşaredarên_hdp_yî_li_wanê_hatin_girtinê
Hikûmeta Tirkîyê 3 Serokşaredarên Wanê bi tawana bangeşeya jibo PKK`ê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 06, 2019 05:58 Asia/Tehran
  • 3 Serokşaredarên HDP`yî li Wanê hatin girtinê

Hikûmeta Tirkîyê 3 Serokşaredarên Wanê bi tawana bangeşeya jibo PKK`ê girtin.

Ligorî rapora mêdyayên herêmî, Hikûmeta Tirkîyê  vê sibê Serokşaredarên herêmên Albak, Qelqelî û Bêgirîyê ser bi Wanê ku HDP`yî ne, bi tawana bangeşeya jibo PKK`ê girtin.

Hikûmeta Tirkîyê ragihandîye ku ew 3 Serokşaredar bi tawana bangeşeya jibo PKK ku Enqere wê rêxistineke têrorîst bi nav dike, hatine girtinê.

Duh jî hêzên Polîs ên parêzgeha Mûşê dor li mala Mihemed Demir û Mihemed Şakir Tugrul endamên civata giştî ya HDP ku 3 mehan berî nika ji kar hatibûn dûrxistinê girtin û ew veguhestin rêvebirîya ewlehîyê.