Parlimana Tirkîyê rêkevtina ewlehî-deryayî ya digel Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê pejirand
Parlimana Tirkîyê rêkevtina ewlehî-deryayî ya ku berî vîya di navbera Enqerê û Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê de hatibû wajokirinê, pejirand.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, bi pejirandina rêkevtinama ewlehî-deryayî di navbera Enqerê û Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê de, dê rêya xurtkirina hevkarîyên her du welatan di warên ewlehî û aborî de bê xweşkirinê.
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan û Serokwezîrê Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê Faiz Sirac di 27`ê Mijdarê de li Istenbolê liyêkgiheştinama kivşkirina sînorê deryayî yên Tirkîyê li rojhilata deryaya Medîteranê û hevkarîyên aborî bi armanca jordabirina asta hevkarîyên her du welatan wajo kirin.
Di vî halî da, Misr, Yûnan û Qibris jî rêkevtinama di navbera Tirkîyê û Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê de qebûl nakin û dibêjin ku ew ne ligorî isûl û pîvanên mafên navnetewî ye.