Kanûn 04, 2019 17:27 Asia/Tehran
  •  Serokê CHP: Demirtaş bi neheqî û neqanûnî di zindanê de ye

Kenal Kiliçdaroglu serokê CHP, partiya Komarîxwaz a Gel li peyamekê raghand: Demirtaş bi neheqî û neqanûnî di zindanê de ye.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Kemal kiliçdaoglu, serokê CHP li peyamekê bal kişand ser rewşa fîzîkî ya Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê HDP, partiya Demokratîka Gelan û diyar kir: Çi hûn bixwezin, çi jî nexwezin, Selahedîn Demirtaş bi neheqî û neqanûnî di zindanê de ye. Hegera zindanîbûna Demirtaş bi tenê gotineka wî ye ku gotibû`` Emê te nekin serokkomar``

 Li gorî nivsîna rojnama Cimhûriyetê, Kiliçdaroglu di dewam gotinên xwe destnîşan kir: Em tim piştgiriyê didin mafên mirovan, demokrasî û eadletê û em ev kara ji ber xatrê gişkan kir.

 Ew partiyek û em partiyeka din in. Lê divê viya jî bibêjin ku Demirtaş tê tebriekirin, demlidest ji dosiyeke din tê tawanbarkirin. çima? Tenê bona ku di zindanê de bimîne. pişt re îdia dikin ku li vî welatî maf û eadlet heye. Emê îdiayên  bi vî rengî  bawer nekin. Em ji vir peyamê dişînin bo Demirtaş û jê re daxwaza tendrsutiyê dikin.