Kanûn 04, 2019 08:51 Asia/Tehran
  • Hişyariya Erdogan ji bo NATOyê

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan NATO hişyar kir ku heke ev rêxistin gefên terorîstî li dijî Enqerê bi fermî nas neke, Tirkiye plana berevaniyê ya wê napejirîne.

Li gor Reutersê, Erdogan duh got: Heke NATO gefa komên ku ew terorîst bi nav dike bi fermî nas neke, Enqere wê li dijî plana vê rêxistinê ya berevaniya ji welatên devera Baltîkê  rabe.

Erdogan duh berî sefera xwe ya Londonê ji bo beşdariya li rûniştina serokên NATOyê got: Di vê barê de ez ê bi serokên welatên devera Baltîkê re cida ji rûniştina NATOyê, hevdîtin û gotûbêjê bikim. 

Pêwendiyên Tirkiyê û hevpeymanên wê li NATOyê ji ber kirîna sîstema berevaniya hewayî ya S-400 ji Rûsyayê û êrişa ser kurdên Sûriyê li bakura vî welatî aloz û xirab bûye û hin endamên NATOyê ev êrişa Tirkiyê ser bakura Sûriyê şermezar kirin.

Erdogan dibêje wê demê ji plana NATOyê ya berevaniya ji welatên devera Baltîk û Polonyayê piştgiriyê dike ku NATO jî piştgiriya operasiyona Tirkiyê li bakura Sûriyê bike.