Demîrtaş: Nexweşiya min li zîndanê xedartir bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310879-demîrtaş_nexweşiya_min_li_zîndanê_xedartir_bûye
Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) bi şandina peyamekê ji zîndana Edineyê ragihand: Nexweşiya min li zîndanê xedartir bûye
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2019 04:28 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Nexweşiya min li zîndanê xedartir bûye

Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) bi şandina peyamekê ji zîndana Edineyê ragihand: Nexweşiya min li zîndanê xedartir bûye

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey weşandina nûçeya nexweşiya Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li Zîndana Edirneyê, Erol Qatirçî û Necdet Îpek Yûz parlementerên HDP çûn dîtina wî.

Li gorî nivîsîna rojnameya Evrenselê, QatirçîOxlû li pey hevîdtina bi Demîrtaş ji nûçegihanan ra got: Niha pirsgirêkeka taybet tuneye. Bihêz û xurt xuya dike. Demîrtaş bixwe nexwestibû ku ev mijar bikeve medyayan."

Wî her wiha got: "Rewşa Demîrtaş di zîndana ewlehiyê da musayît nîne. Wî kêşeyek digel rêveberiya zîndanê tuneye, lê li gorî rewşa zîndanê, heke bûyerek biqewime, tu şansek jibo destwerdana bilez tuneye. Îmkan û derfet jibo veguhestina bilez bo nexweşxaneyê tuneye. Divê danûstandin bi Wezareta Dadweriyê ra pêk bê. Demîrtaş di vî warî da hin dilgiranî hene û derbarê nexweşiya xwe peyama ku bo gel şandiye ev e: 'Bila xelk bizane ku ez tûşî nexweşiyeka wiha bûme. Di vê rewşê da nexweşiya min xedartir bûye. Divê werin dermankirin. Ez tam nizanim tûşî çi cûreya nexweşiyê bûme'."