Teqeziya Tirkiyê ser qanûnîbûna wajokirina hevhatina deryayî bi Lîbyayê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310860-teqeziya_tirkiyê_ser_qanûnîbûna_wajokirina_hevhatina_deryayî_bi_lîbyayê_re
Wezareta derve ya Tirkiyê ser qanûnîbûna wajokirina hevhatina deryayî bi dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê re teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2019 13:19 Asia/Tehran
  • Teqeziya Tirkiyê ser qanûnîbûna wajokirina hevhatina deryayî bi Lîbyayê re

Wezareta derve ya Tirkiyê ser qanûnîbûna wajokirina hevhatina deryayî bi dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê re teqez kir.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Wezareta derve ya Tirkiyê îro bi daxûyaniyekê raghand: "Hevhatinnama  deryayî ya vî welatî û Lîbyayê, li gor qanûnên navneteweyî û konwasiyona NY li bara mafên deryayan, hatiye wajokirin."

 Pêştir jî serokkomarê Tirkiyê wek berteka li hember nerazîbûna hin welatan li bara îzmekirina  hevhatina hevkariya deryayî ya ewlehiyê û niftê navbera Terablos û Enqerê gotibû ku Tirkiye vê hevhatinê cih tîne.

  Receb Teyib Erdogan, bal kişand ser hebûna  çavkaniyên enerjiyê li rojhilata Medîteranê û dijberiya Misrê û Yewnanistanê bi beşdariya Tirkiyê li vê navçê û got: "Tu dewletek nikare bi zimanê zorê û tirsandinê gefê li Enqerê bixwe."

 Serokê dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê çarşemiya heftiya buhurî bi taximekê re çû Tirkiyê û bi rayeadrên pilebilind ên Enqerê hevhatinnameyên hevkariyên niftê- ewlehiyê û hakimiyeta navçên deryayî wajo kir.

 Peravên Komara tirknişîn a Qibrisê li deryaya Medîteranê ku bi tenê Tirkiye wê bi fermî nas dike, xwediyê çavkaniyên nift û gazê ye.