Gêreyên di navbera Yûnan û Tirkîyê di warê ênêrjîyê de gurr bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310859-gêreyên_di_navbera_yûnan_û_tirkîyê_di_warê_ênêrjîyê_de_gurr_bûn
Bidû gotinên Serokomarê Tirkîyê yên derbarê peydakirina çavkanîyên niftê li rojhilata deryaya Medîteranê de, gêreyên di navbera Enqere û Atênê de gurr bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2019 12:58 Asia/Tehran
  • Gêreyên di navbera Yûnan û Tirkîyê di warê ênêrjîyê de gurr bûn

Bidû gotinên Serokomarê Tirkîyê yên derbarê peydakirina çavkanîyên niftê li rojhilata deryaya Medîteranê de, gêreyên di navbera Enqere û Atênê de gurr bûn.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, Wezareta Karên Derve ya Yûnanê weke berteka himberî gotinên Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan ên têkildarî berfirekirina xebatên bo peydakirina nift û gazê li rojhilata Medîteranê, ew weke mezintirîn binpêkerê qanûnên navnetewî li herêmê da nasandinê.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan roja Şemî 30`yê Mijdarê di merasima sûdwergirtina ji proja borîya gazê ya Turkish Turnetê de ragihand ku dil heye xebatên peydakirina nift û gazê li rojhilata Medîteranê berfire bike.

Serokomarê Tirkîyê herwiha got: "Tirkîye ligorî qanûnên navnetewî kar dike û hîç tiştek Enqerê di warê domandina xebatên peydakirina gazê li rojhilata Medîteranê de dilsar nake."

Şayanî gotinê ye ku pêgirîya Serokomarê Tirkîyê tevî rexneyên ji ber dewama lêkolînên peydakirina nift û gazê li rojhilata Medîteranê û cihanîna rêkevtinama vê dawîyê ya ya hevkarîya digel Lîbîyê di mijara sînorên deryayî de bûye sedema gurrbûna gêreya di navbera Atên û Enqerê de.