Amerîka ji ber êrişa ser Kurdên Sûrîyê boykotan ser Tirkîyê da disepîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310856-amerîka_ji_ber_êrişa_ser_kurdên_sûrîyê_boykotan_ser_tirkîyê_da_disepîne
Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Sênaya Amerîkayê dibêje ku ew dê bi zûtirkê pêşnumaya sepandina boykotan ser Tirkîyê ji ber êrişa ser Kurdên Sûrîyê pêşde bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2019 12:37 Asia/Tehran
  • Amerîka ji ber êrişa ser Kurdên Sûrîyê boykotan ser Tirkîyê da disepîne

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Sênaya Amerîkayê dibêje ku ew dê bi zûtirkê pêşnumaya sepandina boykotan ser Tirkîyê ji ber êrişa ser Kurdên Sûrîyê pêşde bibe.

Êrişa Tirkîyê ser deverên di bin kontrola Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di meha Cotmehê de pêrgî neyarîya tund a Sêna û Kongira Amerîkayê bû. Wan du dezgehên qanûndaner bi wê hegerê ku Tirkîyê mertala mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê kirrî, pêşnîyarên din jî jibo sepandina boykotan ser Tirkîyê de raber kirine.

Kongira Amerîkayê di Mijdarê de pêşnumayek jibo boykotkirina Tirkîyê bi hegera êrişa ser Kurdên Sûrîyê bi pirranîya dengan pejirand lê ew hela li Sênayê neketîye ber dengdayînê.

Cîm Rîş Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Sênaya Amerîkayê ji belavoka Defense News re gotîye ku dê zûtirkê pesendnama sepandina boykotan ser Tirkîyê da ya ji ber êrişa sr bakura Sûrîyê bixe rojeva Sênayê û pêşde bibe.

Wî herwiha got: Tirkîye berî vîya ji ber kirrîna mertala mûşekî ya S-400 a Ûrsêtê ji proja hevpar a çêkirina balafirên cengê yên F-35`ê hat derxistinê. Wî sîyasetvanê amerîkî pêgirî kir ku divê sepandina boykotan ser Tirkîyê de jî zûka cih were.

Cîm Rîş pêgirî kir ku Amerîkayê di mijara sepandina boykotan ser Tirkîyê de ciddî ye.