Erdogan: Rêketinama Enqere-Trablosê dê cih were
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310840-erdogan_rêketinama_enqere_trablosê_dê_cih_were
Serokomarê Tirkîyê wek berteka himberî nerazîbûna hin welatan têkildarî rêkevtinama hevkarîya deryayî-ewlehî û niftî ya Trablos û Enqerê got: Tirkîye dê rêketinama Enqere-Trablosê cih bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2019 04:20 Asia/Tehran
  • Erdogan: Rêketinama Enqere-Trablosê dê cih were

Serokomarê Tirkîyê wek berteka himberî nerazîbûna hin welatan têkildarî rêkevtinama hevkarîya deryayî-ewlehî û niftî ya Trablos û Enqerê got: Tirkîye dê rêketinama Enqere-Trablosê cih bîne.

Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê amajeyî zimhêrên ênêrjîyê li rojhilata deryaya Medîteranê û neyarîya Misr û Yûnanê himberî bicihbûna gemîyên Tirkîyê li wê deverê kir û got: Hîç dewletek nikare bi zimanê zor  ûtirsandinê gefabn li Enqerê bixwe.

Serokomarê Tirkîyê bi gotina vê yekê ku rêkevtinama ku vê dawîyê di navbera Enqere û Trablosê de hatîye wajokirinê bi zûtirkê yê li Parlimana Tirkîyê were pejirandinê, dîyar kir: 2 gemîyên Tirkîyê ku jibo peydakirina çavkanîyên nift û gazê li rojhilata deryaya Medîteranê bicih bûne, dê karê xwe bidomînin.

Serokê Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê Çarşema hefteya buhurî seredana Tirkîyê kir û bi rayedarên pillebilind ên Enqerê re rêkevtinameyeke hevkarîyên niftî-ewlehî û serwerîya li deverên deryayî wajo kir.

Serokwezîrê Yûnanê bertek nîşanî vê yekê daye û ragihandîye ku ew rêkevtinama zîyanê digihîne berjewendî û mafên Yûnanê yên li deryaya Medîteranê û sînorên deryayî yên wî welatî berçav nagire.