Mesrûr Barzanî gihêşte Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310722-mesrûr_barzanî_gihêşte_enqerê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanîî gihêşte Enqerê paytexta Tirkiyê û biryar e bi wezîrê derve yê Tirkiyê û paşê jî bi serokomarê vî welatî re bicive û gotûbêjê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 28, 2019 11:32 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî gihêşte Enqerê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanîî gihêşte Enqerê paytexta Tirkiyê û biryar e bi wezîrê derve yê Tirkiyê û paşê jî bi serokomarê vî welatî re bicive û gotûbêjê bike.

Li gor çavkaniya encumena wezîrên Herêma Kurdistanê Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî li paytexta Tirkiyê Enqerêwê bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu û bi serokomarê vî welatî Receb Teyib Erdogan re ser pêwendiyên du alî biaxive. 

Mesrûr Barzanî wê di saet 13.30'an de li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyêhevdîtinê bike û  dê saet 17.00'n jî bi Serokkomarê Tirkiyê re hevdîtinê bike.

Qahêmkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hedefa vê seferê û gotûbêjên bi Ertdogan re hatiye diyarkirin.

Ev serdana Mesrûr Barzanî di demekê ye ku li bakura Sûriyê û Herêma kurdistanê êrişên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî  deverên kurdnişîn berdewam dikin.