Ermenistan amade ye bê merc bi Tirkîyê re lihev bike
Serokwezîrê Ermenistanê got: Ermenistan jibo ``lihevhatina bê merc`` digel Tirkîyê amade ye.
Ligorî rapora Malpera TRT, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînîyan di hevpeyvîna digel rojnama Corriere della Sera ya Îtalyayê de herwiha got: Bifermînaskirina qirrkirina Ermenîyan ji hêla Tirkîyê va ne pêşmercê destpêkirina dubare ya peywendîyên dîplomatîk digel wî welatî ye.
Serokwezîrê Ermenistanê herwiha eva ku welatên curbicur qirrkirina Ermenîyan bi fermî nas kirine gellekî girîng zanî û got ku berçavgirtina vê meseleyê jibo girtina pêşîya dubarebûna komkujîyê li cîhanê pêwîst e.
Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Zohrab Manatsakanîyan jî berî vîya gotibû ku ew welata dixwaze peywendîyên digel Tirkîyê asayî bike û gotûbêjên biaştî jibo çareserkirina meseleya Qerebagê destpê bibin.
Gotinên rayedarên ermenî di halekî da ne Enqerê bi nîşana piştgirîya ji helwesta Komara Azerbaycanê têkildarî minaqişeya Qerebagê, peywendîyên sîyasî yên digel Rewanê tam qut kirine.