Doxtorê teqawûdbûyî yê NATOyê li Tirkiyê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310659-doxtorê_teqawûdbûyî_yê_natoyê_li_tirkiyê_hat_kuştin
Medyayên Tirkiyê ragihandin ku pizişkekî teqawûdbûyî yê NATOyê li parêzgeha Izmîrê htiye kuştinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2019 12:41 Asia/Tehran
  • Doxtorê teqawûdbûyî yê NATOyê li Tirkiyê hat kuştin

Medyayên Tirkiyê ragihandin ku pizişkekî teqawûdbûyî yê NATOyê li parêzgeha Izmîrê htiye kuştinê.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRIB Newsê, Leşê James Edward Steidel welatiyê amerîkî ku piştî karbesbûna ji NATOyê li parêzgeha Izmîra Tirkiyê dijiya, nîveşeva bihurî li mala wî ya şaristana Konakê hat dîtin.

Lêkolînên hêzên elwehiyê û pizişkiya qanûnî ya Tirkiyê derbarê sedema kuştina wî berdewam in.

Du hefteyan beriya niha jî leşê Cêymz Gustaf Êdward Le Mizûrî (James Gustaf Edward Le Mesurier) efserê berê yê Saziya Ewlehiya Brîtanyayê li nêzikî mala wî li navçeya Karakoya Istenbûlê hatibû dîtin.

Lêkolînên li ser hegera mirina wî jî li Dozgeriya Stenbolê didomin.