Tirkiye mûşekên S-400 taqî dike
Medya Tirkiyê li bara taqîkirina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsiyê li welatê hanê agahî dan.
Li gorî rapora IRIB News`ê ji Enqerê, taqîkirina peywendî û hevhangiya navbera Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsiyê bi balefirên cengê yên Tirkiyê re îro Duşemiyê li gor dema herêmê li Enqerê dê cih were.
Pêştir wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê teqez kiribû, Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'ê ku Enqerê ji Rûsiyê kiriye, dê tevî dijberiya Emerîkayê, çalak bike.
Xilûsî Akar gotibû Enqere dê qet tam dev ji Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsiyê ber nede û dê sîstema Patriotê nedanê dewsa wan.
Waşengtonê bi caran gef li Enqere xwariye ku ger ev welata Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'a Rûsiyê bikire dê hin boykotan li dijî Tirkiyê cih bîne.