Şerê giran di navbera HSD û Artêşa Tirkîyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310586-Şerê_giran_di_navbera_hsd_û_artêşa_tirkîyê_de
Di encama pevçûna giran a di navbera Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk û Artêşa Tirkîyê û hevpeymanên wê li bakura parêzgeha Reqqayê de bi dehan kes hatin kuştinê û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 11:59 Asia/Tehran
  • Şerê giran di navbera HSD û Artêşa Tirkîyê de

Di encama pevçûna giran a di navbera Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk û Artêşa Tirkîyê û hevpeymanên wê li bakura parêzgeha Reqqayê de bi dehan kes hatin kuştinê û birîndar bûn.

Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê vê sibê ragihand ku di duyemîn roja wan pevçûnan de, Artêşa Tirkîyê hewil dide cadeya navnetewî ya nasyar bi M4`ê bêxe bin kontrola xwe. 

Ligorî vê raporê di encama pevçûnan de heta nika 13 têrorîstên ser bi Tirkîyê û 6 şervanên HSD hatine kuştinê. 

Ligorî xedarbûna rewşa hin birîndaranên her du alîyan, diqewime hejmara kuştîyan jorda here.

Ajansa  Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA) jî îro ragihand ku Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê êrişeke berfire ser Eyn Îsayê li bakura Reqqayê destpê kirin.

Di encama êrişên ser Eyn Îsayê de gellek niştecihên wir aware bûne.