Tirkiye: HDP daxwaza hilbijartinên pêşwext dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310582-tirkiye_hdp_daxwaza_hilbijartinên_pêşwext_dike
Partiya Demokratîk a Gelan HDP careke din meydanê ji AKPê re dixwaze û banga hilbijartineke pêşwext dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 11:20 Asia/Tehran
  • Tirkiye: HDP daxwaza hilbijartinên pêşwext dike

Partiya Demokratîk a Gelan HDP careke din meydanê ji AKPê re dixwaze û banga hilbijartineke pêşwext dike.

Berdevkê HDPê Gûnay Kubîlay bi kombûneka rojnamevanî micidbûna HDPyê ya li ser siyaseta demokratîk tîne ziman û rexneyên tûnd li hikûmeta Tirkiyê digre. Kubîlay di wê baweriyê de ye, ku hikûmeta Tirkiyê rewabûn û piştgiriya xwe ya piranîbûnê ji dest daye û bûye kêmîne. Hikûmet êdî nikare xelkên Tirkiyê birêve bibe û divê ew careke din biçin hilbijartinê.

``Ji bo xelkên Tirkiyê ji bin desthiltdariya zordest a AKP û MHPê rizgar bibin, em banga hilbijartina pêşwext dikin. Em ji AKPê re meydanê dixwazin û divê opozîsyon jî, bo hilbijartineke pêşwext dest bi tevgerê bike û piştgirê banga me be.``

Opozîsyona Tirkiyê banga HDPê red nake. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu maf dide banga HDPê û amadebûna CHPê ji bo hilbijartineke pêşwext radigihîne.

Îyî-Partî jî dibêje bi şerta ku ew vegerin sîstema parlementeriyê dikarin piştgiriya hilbijartineke pêşwext bikin.

Lê AKP bangên hilbijartina pêşwext red dike. Cigîrê Serokê AKPê Numan Kurtulmuş dibêje, di rojeva wan de heta sala 2023 hilbijartin nîne. 

Berî niha bi du rojan Hevserokên HDPyê Sezaî Temellî û Perwîn Buldan banga hilbijartina pêşwext kiribûn.