Enqerê navê serokekî berê yê Tevgera Fethê xiste lîsta têrorîstan
Tesrîn 23, 2019 12:29 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ragihand ku Enqerê navê serokekî berê yê Tevgera Fethê û Teşkîlata Xwerêvebir a Fiilstînê xistîye lîsta têrorîstên li ber taqîbatê.
Mêdyayên Tirkîyê îro ji zarê Silêman Soylu Wezîrê Karên Hundur ê wî welatî niivîsîn: Enqerê di berdêla lêzanînên ku bibin sedema girtina Muhememed Dehlan yek ji serokên berê yên Tevgera Fethê, 700 hezar dolar weke xelat kivî kirîye.
Enqere idia dike ku destê Muhemed Dehlan di derbeya serneketî ya sala 2016`an a li Tirkîyê de hebûye.