Girtina sebebkarê sereke yê bombedanînên DAIŞ`ê li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310532-girtina_sebebkarê_sereke_yê_bombedanînên_daiŞ_ê_li_tirkiyê
Wezîrê navxwe yê Tirkiyê li bara girtina sebebkarê sereke yê bombedanînên koma terorîstî ya DAIŞ`ê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên vî welatî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2019 12:33 Asia/Tehran
  •  Girtina sebebkarê sereke yê bombedanînên DAIŞ`ê li Tirkiyê

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê li bara girtina sebebkarê sereke yê bombedanînên koma terorîstî ya DAIŞ`ê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên vî welatî agahî da.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, ji Enqerê, Sulêyman Soylû îro îniyê li hevpeyvîna bi rojnama Huriyetê çapa Tirkiyê îdia kir ku ev şexsa bi navê Ebû Cehad El-Dîn El-Nesr Ubeyd bi navê rêxistî ya Yûsif Hûba sebebkarê sereke yê bîst bomedanînên li welatên curbicur ji wan Rûsiyê û Almanyayê ye ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li navça Ezazê li parêzgeha Heleba Sûriyê hatiye girtin. 

 Li gorî îdiaya Sulêyman Soylû, vî endamê pilebilind ê koma tekfîrî ya DAIŞ`ê xêncî pisporiya li çêkirina  bombeyan, karê perwerdekirina terorîtan bo vê komê jî kiriye.

 Girtina vî endamê pilebilind ê koma tekfîrî ya DAIŞ`ê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li halekî ye ku dewleta Receb Teyib Erdogan, stratejiya dualî li hember rawestana li ber terorîzmê heye.