Du karmendên Konsûlxaneya Amerîkayê li Edenê bi awayê demkî ahtin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310486-du_karmendên_konsûlxaneya_amerîkayê_li_edenê_bi_awayê_demkî_ahtin_girtin
rayedarên Tirkiyê du karmendên tirk ên Konsûlxaneya Amerîkayê li Edenê bi sûcê "Bêrêziya li Îslamê" di cejna Halûwînê da bi awayê demkî girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2019 04:35 Asia/Tehran
  • Du karmendên Konsûlxaneya Amerîkayê li Edenê bi awayê demkî ahtin girtin

rayedarên Tirkiyê du karmendên tirk ên Konsûlxaneya Amerîkayê li Edenê bi sûcê "Bêrêziya li Îslamê" di cejna Halûwînê da bi awayê demkî girtin.

Li gorî rapora Farnce Pressê ji Istanbûlê, Ev du karmend ku yek jin û yek mêr e û jibo konsûlxaneya Amerîkayê li Edenê dixebitin, roja çarşemiyê piştî girtin ketin ber lêpirsînê û hatin berdan.

Li gorî vê raporê, Vîdyoya weşandî li nav torên civakî ji van du kesan nîşan dida ku ewna di cejna halûwînê da bêrêziyê li Ava Zemzemê dikin.

"Ava bîra Zemzemê li Mescidulheramê li bajarê Mekeyê jibo misilmanan pîroz e".

Ofîsa dozgeriya Edeneyê ragihand ku piştî weşandina vê vîdyoyê, lêkolîn derbarê "Bêrêziya li nirxên dînî" dest pê bû.

Girtina karmendên konsûlxaneya Amerîkayê di rewşekê da ye ku pêwendiyên Enqere û Waşîngtonê dewraneka pirr hevraz û berjêr derbas dike.

Wezîrê derve yê Tirkiyê roja Sêşemiyê got: Amerîkayê lihevkirina xwe ya digel Enqerê li bakurê Sûriyê cih neaniye.