HDP mesela veqetîna ji parlemana Tirkiyê hildikole
Partiya Demokratîka Gelan (HDP) îro li nav civîna parlemanteran û serkirdeyên partiyê mesela veqetiyana endamên partiya xwe ji parlemana vî welatî, hildikole ji ber zext û zorên berdewam ên Tirkiyê, ku li sê mehên derbasbûyî ku 24 serokên şaredariyan ji kar derxistine.
Li gorî rapora Xendan News`ê, Saroxan Ûlûç, Cîgirê serokê firaksiyona HDP li nav civîneke rojnamevaniyê de ragihand: "Parlemanterên HDP û berpirs û karbidestên vê partiyê îro Çarşemiyê li Enqerê kom dibin ku ser rewşa Tirkiyê û çawaniya danûstandinkirina ser vê rewşê gotûbêjê bikin."
Wî amaje bi vê yekê jî kir ku ew berdewam li dijî wêdebirina serokê şaredariyan disekinin ku hikûmeta Enqerê biryara wêdebirina wan dide.
Cîgirê serokê firaksiyona HDP her wiha diyar kir: "Yek ji van pirsên ku divê li civîna bê ya parlemanê de bê bersivdayîn, eva ye ku gelo nunertiya xwe li parlemana Tirkiyê taluq dikin an na."
HDP tenha partiyek e ku li Tirkiyê dijî operasyona artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê bo ser Kurdên Sûriyê sekiniye, niha jî bi dehan serkirdeyên vê partiyê ji aliyê hikûmeta Enqerê ve hatine desteserkirin ku yên herî diyarî, Selahedîn Demirtaş û Fîgen Yûksekdag in.