Mijdar 12, 2019 09:20 Asia/Tehran
  • Boykotên YA li dijî  Tirkiyê

Wezîrên karên derve yên welatên endamên Yeketiya Ewropayê (YE) lihevkirin ku li dijî Tirkityê ambargoyên aborî bikar bînin ji ber ku ev welata li ber avên Qibrisê dest bi kolandinê dike ji bo peydakirina gaz û neftê.

Ajansa Reutersê ji Brûkselê ragihand ku Wezîrên karên derve yên welatên endamên Yeketiya Ewropayê li rûniştina xwe ya duh libara bikaranîna ambargoyên aborî li dijî Tirkiyê ji ber ku ev welata li beravên Qibrisê dest bi kolandinê dike ji bo peydakirina gaz û neftê, li hev kirin û serê ewilê ev ambargoyan qedexekirina sefera rayedarên tirk bo YE û blûkekirina daratî û malên wan digire ber xwe.

Ev biryara YE nîşan dide ku pêwendiyên vê yeketiyê û Tirkiyê her diçe xirabtir dibe û YE hêvîdar e bi cezkirina Tirkiyê bikare wê neçar bike ku dev ji binpêkirina herêma aborî ya Qibrêsê û kolandina beravên vê guravê ji bo peydakirina neftê berde.

YE berî viya jî ser vê yekê firotina çekan bo Tirkiyê qedexe kiribû.

Tirkiyê van rojana gemiya duyem a kolabndinê şandiye beravên Qibrêsê bona peydakirina gaz û neftê.