Mijdar 10, 2019 09:11 Asia/Tehran
  • Diyarkirina qeyûm ji bo şaredriya şanzdan a HDPê

Wezareta karên hundir ê Tirkiyê di çarçova berdewamiya hewldanên xwe yên nedemokratîk şaredarê HDPyî yê ku xelkê bi dengê xwe bijartibûn yê bajarê Îpek Yulu li parêzgeha Wanê ji kar dûr xist û dewsa wê qeyûm danî.

LI gotr kurdpressê, Wezareta navxwe ya Tirkiyê di çarçova dastdanîna ser şaredariyên HDPê îro jî Azîm Yacan ji ser şaredariya bajarê Îpek Yulu li parêzgeha Wanê hilanî û qeyûmê AKPê anku qaymeqamê vî bajarî Sînan Eslan dewsa wî danî.

Dewleta Tirkiyê di çarçova vê karê xwe yê nedemokratîk bi mihaneyên curbicur eva şaredarê şanzdan ê HDPê ye ku ji ser kar dûr têxe û endamên AKPê dewsa wan wek qeyûm datîne.

Namzedên AKPê li hilbijartinên şaredariyan a Adara 2019 li 66 bajaran serketin herçend ku li hin bajaran jî AKPê sextekarî kir û şaredarî ji destê wê derxistin, lê niha hebûna wan li ser serokatiya şaredariya tamul nake û bi mihaneyên curbicur wan ji kar dûr têxe û zilamên dewletê anku yên AKPê dewa wan wek qeyûm datîne.