Ehmed Dawûdoglu: "Partiya nû dê heta dawiya salê bê damezandin"
Tesrîn 09, 2019 14:04 Asia/Tehran
Ehmed Dawûdoglu, serokwezîrê berê yê Tirkiyê li hevdîtina digel Temel Karamollaoglu, serokê Partiya Seadet a Tirkiyê li bara damezrandina partiya nû heta dawiya îsla agahî da.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Serokwezîrê berê yê Tirkiyê di hevdîtina tev Temel Karamollaoglu serokê partiya Se'adetê ya Tirkiyê li bara damezrandina partiya nû heta dawiya salê agahî da.
Li gor nivîsa rojnama Sozciyê ya Tirkiyê, Dawûdoglu piştî hevdîtina bi serokê partiya Seadetê, bal kişand ser vê yekê ku kiryarên bo damezrandina partiyê heta dawiya salê dê dawî bibin û destnîşan kir: "Her tişt li gor bernamê bi pêşde diçe. Di dema herî kin de emê vê pêvajoyê bi dawî bînin. Em amadeyî her cure muzakireyekê ne. "