Pêgiriya Erdoxên ser dewama destdirêjiya Tirkiyê ser axa Sûriyê
Serokomarê Tirkiyê got ku destdirêjiya leşkerî ya vî welatî ser axa Sûriyê didome.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja Îniyê wek bersiva bo vê pirsê ku gelo renge êrîşa artêşa Tirkiyê li Sûriyê were domandin, got: "Bi ti awayî diyar nîne, emê heta wê demê ku dawîn têrorîst li navçeyê mabin, dev ji vî karî bernedin."
Wî her wiha got: "Artêşa Tirkiyê beriya ku hêzên welatên din ji Sûriyê derkevin, dê vî welatî neterikîne."
Erdoxên îdia kir ku ji yekparçetiya axa Sûriyê piştgiriyê dike.
Destdirêjiya leşkerî ya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê bi navê "Kaniya Aştiyê" ku roja çarşemiyê, 9ê Cotmeha 2019an, bi mehneya "Têkoşîna dijî têrorîsmê" û "paqijkirina sînorê Sûriye û Tirkiyê" ji hebûna hêzên Kurd dest pê bûye, li pey hevhatina Moskova û Enqerê bi awayê demkî bi dawî bûye.
Lê hêzên artêşa Tirkiyê hema wisa li bakurê Sûriyê ne.
Ev destdirêjî tûşî şermezarkirina gel û dewleta Sûriyê, her wiha civaka cîhanî bûye.