Mijdar 08, 2019 09:27 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkîyê gef li Ewrûpayê xwar

Serokomarê Tirkîyê gef li welatên ewrûpî xwar ku dê rêya derbasbûna awareyên sûrî yên li Tirkîyê ber bi Ewrûpayê xweş bike.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Serokwezîrê Mecaristanê li şarê Bûdapêstê gef kir ku heke YE`yê derbarê awareyên sûrî yên li Tirkîyê alîkarîya Enqerê neke, dê rêya birêketina wan ber bi Ewrûpayê veke.

Serokomarê Tirkîyê ji civaka navnetewî xwest ku piştgirîyê bide plana zivirandina beşeke awareyên sûrî bo welatê xwe.

Receb Teyîb Erdogan herwiha got: Tirkîye mazûvanê zêde ji 4 milyon penaxwazan ji wan 3 milyon 600 hezar awareyên sûrî ye ku ji ber şerê li wî welatî jê revîne û ev imkana heye ku pişkeek zêde ya wan awareyana koçberî Ewrûpayê bibin.