Berdevkê HSD: Tirkîye berpirsê teqîna li Girêsipî ye
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi fermî teqînên Girê Spî û Serê Kaniyê dixe stuyê Tirkiyê.
Berdevkê HSDê Kîno Gabriyel di daxuyaniyeke nivîskî de, êrîşên xwekujî û êrîşên bi otomobîlên bombekirî bi taybet ku welatiyên sivîl dikin armanc, bi tundî şermezar dike û dibêje, em artêşa dagîrker a Tirkiyê berpirsyarê wan êrîşan dibînin.
Kîno Gabriyel ragihandiye, mebesta Tirkiyê ew e ku bi encamdana êrîşên li dijî welatiyên sivîl, tirsê têxe nav dilê xelkê deverê û dixwaze xelkê neçar bike ku ji gund û bajarên xwe derkevin.
Berdevkê HSDê herwiha dibêje ku “Tirkiye dixwaze guherîna demografîk li herêmê bike û xelkên din ên malbatên terorîstên ji Uygur û Tirkistanê û kesên din ên biyanî li cihê xelk û pêkhateyên navçeyê niştecîh bike.”
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, daye xuyakirin ku “navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê her ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser wan navçeyan, ketine ber êrîşên bi otomobîlên bombekirî” û destnîşan kir, rewşa li wan herdu navçeyan li rewşa navçeyên din ên Sûriyê cudatir nîne, ku “di bin dagîrkeriya artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wî welatî de ne.”
Roja Şemiyê li bajarê Girê Spî ku ji roja 12ê Cotmehê ve ketiye bin kontrola hêzên Tirkiyê û çeteyên ser bi wê, teqînek çêbû û di encam de zêdeyî 13 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.