Tirkiye dibêje xwîşkeke Ebûbekir Bexdadî li Ezazê hatiye girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310015-tirkiye_dibêje_xwîşkeke_ebûbekir_bexdadî_li_ezazê_hatiye_girtin
Tirkiyê ragihandiye, xwîşkeke Ebûbekir Bexdadî, serkirdeyê DAIŞê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve li bakurê Sûriyê hatiye girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 05, 2019 13:16 Asia/Tehran
  • Tirkiye dibêje xwîşkeke Ebûbekir Bexdadî li Ezazê hatiye girtin

Tirkiyê ragihandiye, xwîşkeke Ebûbekir Bexdadî, serkirdeyê DAIŞê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve li bakurê Sûriyê hatiye girtin.

Berpirsên Tirkiyê ragihandine,hêzên wî welatî karîne roja Duşemê 4ê Mijdara 2019an di operasyonekê de xwîşkeke Ebûbekir Bexdadî bi navê "Resmiye Ewad" bigirin, ku 65 salî ye.

Li gor zanyariyên ku medyayên Tirkiyê belav kirine, xwîşka Bexdadî li nêzîk bajarokê Ezazê digel 5 zarok û bûka xwe li bakurê Sûriyê hatiye girtin.

Serokê Çiqa Têkilîyan a Dezgeha Serokomartîya Tirkîyê jî di peyamekê de ew nûçeya piştrast kir û îdia kir: Girtina xwîşka Ebûbekir Bexdadî yek ji mînakên din ên serketina Tirkîyê di têkoşîna dijî têrorîsmê da ye. 

Girtina wê xwîşka Ebûbekir Bexdadî di demekê de ye, ku li gor raporteke New York Times, Bexdadî ji bilî vê xwîşkê, xwîşkeke din û pênc birayên wî hene, lê nayê zanîn ku çend kes ji wan sax mane.