Tirkiye: Til Temir ne di plana operasyona me de ye
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê radigihîne, armanca yekem a operasyona wan li bakura Sûriyê bicih bûye û ew êrîşî bajarokê Til Temirê nakin.
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Du armancên serek yên vê operasyonê hene. Yek, paqijkirina terorê li ser sînorê wan e û ya duyem jî, ji bo vegera penaberan û avakirina herêmeke ewle ye.”
Kalin diyar kir, gava yekemîn bi piranî pek hatiye û operasyona wan li ser Girê Sipî û Serê Kaniyê gihîştiye armanca xwe ku bi dirêjahiya 145 kîlometr û kûrahiya 30 kîlometr e herêmek hatiye dirustkirin.
Da zanîn, li başûrê vê herêmê di navbera çekarên ser bi Tirkiyê û YPGê de şer heye.
Îbrahîm Kalin got, bajarokê Til Temirê derveyî herêma operasyona wan e û li wê derê ew pêkhateyên Kirîstiyanî nakin armanc, lê YPG li wê derê senger girtiye û êrişî çekdarên ser bi Tirkiyê dike.