Xweyîkirina 1200 endamên koma tekfîrî ya DAIŞ`ê zindanên Tirkiyê
Tesrîn 04, 2019 15:04 Asia/Tehran
Wezîrê karên hundir a Tirkiyê li bara girtina 1200 endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li zindanên vî welatî agahî da.
Li gorî rapora IRIB News`ê, ji Enqerê, Sulêyman Soylû bal kişand ser tivdîrên taybet ên dewleta Tirkiyê bo girtina endamên koma terorîstî ya DAIŞê li axa vî welatî got ku niha 1200 endamên vê komê ji neteweyên curbicur ji wan jin û mêr li Tirkiyê di zindanê de ne.
Wî got: Dewleta Tirkiyê li dû radestkirina van terorîstan bo welatên wan e.
Tirkiye ku pêştir tawanbarê hevkariya bi endamên DAIŞ`ê bû li salên buhurî ji ber hesta xeterê ji ber endamên vê komê li axa xwe kiryarên berfireh bona girtina pêşiya derbasbûna terorîstan ji Sûriyê bo Tirkiyê destpê kiriye.