Perwîn Bûldan: "Hikûmeta Tirkiyê hewl dide cîhaneke bêyî kurdan ava bike"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309989-perwîn_bûldan_hikûmeta_tirkiyê_hewl_dide_cîhaneke_bêyî_kurdan_ava_bike
Perwîn Bûldan, hevseroka Partiya Demokratka Gelan (HDP) li axiftinekê siyasetên dewleta Tirkiyê li hember kurdan rexne kir û diyar kir: "Hikûmeta Tirkiyê hewl dide cîhaneke bêyî kurdan ava bike. "
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 04, 2019 13:14 Asia/Tehran
  •  Perwîn Bûldan:

Perwîn Bûldan, hevseroka Partiya Demokratka Gelan (HDP) li axiftinekê siyasetên dewleta Tirkiyê li hember kurdan rexne kir û diyar kir: "Hikûmeta Tirkiyê hewl dide cîhaneke bêyî kurdan ava bike. "

 Li gorî rapora Kurd Pressê, Perwîn Bûldan, hevseroka Partiya Demokratka Gelan( HDP) li axiftinekê siyasetên dewleta Tirkiyê li hember kurdan rexne kir û diyar kir: Siyasetên ku viyana gelê kurd raçav nake, dê nebe siyaseteke serketî. Me tu carî li ber zilmê çok nedanaye. Her karekî jî bikin HDP işkest nexwariye û dê  işkestê jî nexwe. Her karekî bikin emê bêdeng nemînin. Emê tu carî xwe ber wan netewînin. 

  Li gorî nivîsa rojnama  Duwarê, Bûldan di dewama gotinên xwe de destnîşan kir: HDP tenê partiyek e ku li Tirkiyê dijberê şêr e. Tenê partiya ku li hember siyasetên şerxwaziyê ku ji Efrînê destpê bûye û li bakurê Sûriyê didome, sekiniye em in. Em dizanin ku her tiştek bi jiyanê û  bi dayîna jiyanê tê dest, ne bi kuştin û mirinê, şandina  hêzên çekdar ên Tirkiyê bo bakurê Sûriyê û dest bi dagirkirina  van navçana qet nayê qebûlkirin. 

  Bûldanê destnîşan kir:  Ew hewl didin dinyayeke bêyî hebûna kurdan ava bikin ku pêşiya henasekêşana wê bigrin. Him li nav welêt û him jî li dervey welêt vî karî dikin. Em viya jî baş dizanin ku bo vî karî çûne bakurê Sûriyê. Xelkê Tirkiyê ser sindûqên dengdayînê dê bersiva wan  bidin û her hizreke şerxwzaiyê û serkutkirinê dê li nav sindûqên dengdayînê defin bikin.