Serokê CHP ji ber sîyasetên Erdogîn rexne kir
Tesrîn 04, 2019 05:41 Asia/Tehran
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tkrkîyê ji ber sîyasetên Serokomarê wî welatî rexne kir û got: Sîyaseta Enqerê li Sûrîyê û Rojhilata navînê pêrgî işkestê bûye.
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîneke çapemenîyê li Enqerê da amajeyî sîyasetên Receb teyîb Erdogan li herêmê kir û got: Sîyasetên dewleta Tirkîyê himberî Sûrîyê û Rojhilata Navînê bi giştî tûşî işkestê bûne çinku, sîyasetên wî di çarçova plana Rojhilata Navîn a Mezin û xizmeta bo Amerîkayê de bûn.
Serokê CHP herwiha got: Receb Teyîb Erdogan ewqasî pişta DAIŞ`ê girt ku endamên wê li Istenbol, Enqere û şarên din ên Tirkîyê dest bi têrorê kirin û hejmareke zêde ya tirkan bûn gorîyê wan êrişana.