HDP: Tirkîye dijberîya destkevtîyên Kurdan dike
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ragihand ku li her dera ku Kurd destkevtekê bi dest bixin, Tirkîye êrişî wê dike jibo jinavbirinê. Hevseroka HDPê Pervîn Buldanê jî da xuyakirin, desthilata Tirkiyê siyaseta xwe li ser neyartiya Kurdan ava kiriye û li hundir û derveyî Tirkiyê êrîşî Kurdan dike û demografiya herêmên wan diguhêre.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî li kongreya HDP ya şaxa Stenbolê axivî û got: “Ne bi kuştin û mirinê, lê bi jiyan û jiyandinê her tişt mimkun e. Di şerê Efrînê û îro jî di şerê li Serêkanîyê de, hewlên dagîrkerî û leşkerkêşîyê ne cihê qebûlkirinê ne. Di destpêka şer de em li dijî derketin û me got, divê her tişt, bi danûstandin, diyalog û rêyên siyasî were çareserkirin.”
Buldanê herwiha got: “Ne maf û hedê tu kesî ye ku Kurdan û pêkhateyên deverê ji axa wan sirgun bike, neçarî koçberiyê bike. Gelên wê derê biryara xwe dê ew bixwe bidin, ew dê pêşeroja xwe garantî bikin.”
Herwiha Hevseroka HDPê amaje bi wê yekê da, “Li wê derê aştî û aramî hebû, lê êrîş kirin û hewl didin demografiya navçeyê biguherînin. Dixwazin cîhaneka bê Kurd ava bikin. Li ku derê Kurdek hebe, hewl didin ku bêhna wan biçikînin. Li hundir û derve weha dikin.”
Bûldanê herwiha tekez kir, lê vê carê cîhan jî Kurd jî ne wek berê ne û di dawiyê de Tirkiye li cîhanê tenê hatiye hîştin û tu piştevaniyekê nabîne.