Ihtimala bikaranîna çekên kîmyewî li bakura Sûriyê ji aliyê Artêşa Tirkîyê ve
Çavkaniyên kurd ên Sûriyê vê dawiyê ragihand ku artêşa Tirkiyê û çekdarên bin fermana wê li bakur û rojhilata Sûrîyê çekên kîmyawî û fosfera sipî bikar anîne.
Çakanîyên herêmî li bakura Sûrîyê dibêjin ku hêzên Tirkîyê û têrorîstên DAIŞ û Al Nusrê jibo şikandina berxwedana hêzên HSD li Girê Sipî û Serêkanîyê çekên qedexe bikar anîne û gellek belge di vî warî de hene û herwiha têkildarî kiryarên nemirovane yên hêzên Tirkîyê dijî niştecihên bakur û rojhilata Sûrîyê gellek wêne û vîdyo hatine weşandinê.
Şopa şewatê li ser bedena gellek birîndarên êrişên hêzên Tirkîyê ser bakur û rojhilata Sûrîyê ku jibo nexweşxanên Qamişlo û Hesekê hatine veguhestinê xûya dike û tixtor dibêjin ku ew kesana ketine ber çekên qedexe. Navendên dermankirinê li bakur û rojhilata Sûrîyê jî ji sazîyên navnetewî daxwaz kirine ku lêkolîneke berfire û serbixwe di vî warî de bikin.
Sazîya Çavdêrîya Ser Mafên Mirovan a Sûrîyê jî bikaranîna çekên qedexe ji hêla Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê li navçeyên Bilbil û Şêrayê ser bi Efrînê piştrast û erê kir. Wê demê jî şopa şewata bi madeyên kîmyewî ser bedena wan birîndaran hatibû dîtinê ku bo nexweşxanên Efrînê hatibûn veguhestinê.
Di rojên 16,17 û 18`ê Cotmehê de jî hejmareke zêde ya birîndarên êrişa Tirkîyê ser şarê Serêkanîyê bû nexweşxanên Qamişlo, Til Temir û Hesekê hatin veguhestinê ku şopa şewata bi madeyên kîmyewî ser laşê wan tam dîyar bû.
Dr. Faris Hemo li nexweşxana Hesekê got ku şopên şewatên ser laşê birîndaran bi aşkirayî nîşan didin ku çekên kîmyewî dijî wan hatine bikaranînê.
Di rewşa ku rojnama Times a Brîtanyayê ragihand ku vî welatî digel çekan, Fosfora Sipî jî firotîye Tirkîyê,.dewleta Tirkîyê bikaranîna çekên kîmyewî û Fosfora Sipî di êrişên ser niştecihên bakur û rojhilata Sûrîyê de derew dizane û dibêje ku wê Fosfora Sipî û çekên kîmyewî tinene .