Li ser şaredariya bajarokê Seraya Wanê jî qeyûm hat danîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309932-li_ser_şaredariya_bajarokê_seraya_wanê_jî_qeyûm_hat_danîn
Li ser şaredariya bajarokê Seraya Wanê jî qeyûm hat danîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2019 15:38 Asia/Tehran
  • Li ser şaredariya bajarokê Seraya Wanê jî qeyûm hat danîn

Li ser şaredariya bajarokê Seraya Wanê jî qeyûm hat danîn.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Şaredara Navçeya Seray a Wanê, Caziye Duman ji kar hatiye dûrxistin.

Herwiha di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku Qeymeqamê wê navçeyê Mehmet Halîs Aydin, weke qeyûm li ser karûbarên şarederiyê hatiye danîn.

Şaredara Serayê Caziye Duman duh ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin û bi tometa, ‘endamtiya rêxistinê’ li 4`mîn Dadgeha Cezayê Giran tê dadgehkirin. Herwiha jibilî şaredara Serayê berpirs û berbijêrên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 14 kesên din jî hatibûn desteserkirin.

Caziye Duman di hilbijartinên şaredariyê yên di 31ê Adarê de, ji sedî 61 dengan bidestxistibûn û bûbû şaredara wê navçeya Wanê.

Ev yek di demekê de ye ku bi tometên cuda bo hejmareke zêde ya şaredariyên bajarên Kurdnişîn ên Tirkîyê, qeyûm hatine danîn.