Seroka şaredariyeke din a HDPê digel 15 kesan hat desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309893-seroka_şaredariyeke_din_a_hdpê_digel_15_kesan_hat_desteserkirin
Seroka Şaredariya navçeya Saray ya Wanê, Caziye Duman tev 15 kesên din îro ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2019 13:28 Asia/Tehran
  • Seroka şaredariyeke din a HDPê digel 15 kesan hat desteserkirin

Seroka Şaredariya navçeya Saray ya Wanê, Caziye Duman tev 15 kesên din îro ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îro li navçeya Saray ya Wanê operasyonek dijî endam û rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) destpê kirin.

Li gor zanyariyan, di operasyonê de, Seroka Şaredariya navçeya Saray ya Wanê, Caziye Duman tev 15 kesên din hatin desteserkirin.

Ji bilî Caziye Dumanê, berbijêra Serokatiya Şaredariya Gurpinar a Wanê di hilbijartinên 31ê Adarê de Rojbîn Akdag û berbijêra parlamenteriya Wanê di hilbijartinên 27mîn gera hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê, Mukaddes Karakoç jî di nava kesên desteserkirî de ne.

Rêveberiya Asayişa Wanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ew kes bi tohmeta di baskê jinan a rêxistina terorê de çalakî kirine, hatine desteserkirin.

Caziye Duman di hilbijartinên 31ê Adarê de bi bidestxistina %61ê dengan weke Seroka Şaredariya Sarayê hatibû hilbijartin